PAK-EWROPA: Xemgîniyek mezin û hezar car heyf!

.

 

"Keç û zarokên Êzidîya "Dayik Nemam"a xwe wenda kirin. Nemam Ghafourî zû ji nav me bar kir û çû ser dilovaniya xwe. Mirov bê mubalexe, bi rehetî dikare bêje, Nemam xanim, di alîkariya ji bo qurbaniyên  DAİŞ’ê de canê xwe feda kir.

Nemam Ghafourî ev salên dawî, xwebexş hemû wextê xwe da alîkariya qurbaniyên DAİŞ’ê. Ew, bê sekin û hedan alîkariya keç, zarok û dayîkên Êzidîyên belangaz û neçar dikir, li wan xwedî derdiket, dibû dermanê derdê wan.

Dr. Nemam Ghafûrî li Swêd dima, lê piştî şerê DAÎŞê bêtirî mesaîya xwe li Başûr û Rojavayê Kurdistanê derbas dikir. Dr Nemam di 20 saliya xwe de ji başûrê Kurdistanê bi malbata xwe ve koçberî Swedê bûye, li wir doktorî xwendiye. Dr Nemam  52 Salî bû. Bi nexweşîna coronayê çû ser dilovanîya xwe.

Em piştgirên PAK- Ewropa ji koça zû ya Dr. Nemamê gelek xemgîn in. Dr Nemam wê ji bo keç û dayikên Êzidîyan, wek sembolek, di bîra wan de her zindî bimîne.

Rihê Dr. Nemamê şad be! Em spasdarê keda wê ya bê hempa ne."

PAK-EWROPA

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin