PAK Ewropa sersalê pîroz kir

Şaxa Ewropayê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK Ewropa) bi peyamekê, sersala Kurdistaniyan pîroz kir.

Di peyama pîrozbahiyê de wisa hat gotin:

"Em wek Kurd di demeke dîrokî û dijwar re derbas dibin. Kareseta Kerkûkê, Efrînê, zulm û zordariya li bakurê welat, dardekirinên li Rojhilat û niha jî Rojavayê Kurdistanê... Me wek milet demên wiha giran gelek caran derbas kiriye.

Ala têkoşîna ji bo welatekî azad û miletekî azad dibê tu car nizm nebe. Em miletekî 50 milyon in, tu hêz nikare dengê me yê ji bo azadiyê bibire.

Em sersala hemû hemwelatiyên xwe yên li Kurdistanê û yên ku li Ewrûpa û li dervayî welat dijîn, pîroz dikin!

Em bi hev re xurt in!

PAK-Ewrûpa"

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin