PAK-EWROPA : PROF. KINYAZ ÎBRAHÎM MÎRZOYEV Ji Kîsê Me Hemû Kurdistanîyan çû

.

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa li ser koça dawî ya kesayetiyê Kurd ê Qazaxistanê û Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK), Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev peyamek belav kir.

Peyama PAK-EWROPA ku ser navê Seroka PAK-EWROPA Seval Mert hatiye belavkirin wiha ye:

Kurdperwerê hêja, stûna kurdên Kafkasyayê, Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta berê û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê, ronakbîr, akademîsyen û nivîskar Prof KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYEV ji ber nexweşîya Covid 19 wefat kir.

Serê malbatê, hevkarên wî yên xebatê yên Kurdên Sovyeta berê û gelê kurd sax be. Xwedê bi rehma xwe şad bike, Ciyê wî bihuşt be.

Mixabin û heyf, ji kîsî me hemû Kurdistanîyan çû. Em wek Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa gelekî xemgîn in.

08.08.2021

Seval Mert

Seroka PAK-EWROPA

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye