PAK-Ewropa: Em Xwedî li keç û Zarokên Êzidî yên cefakêş û mexdûr derkevin

.

PAK-Ewropa: Em Xwedî li keç û Zarokên Êzidî yên cefakêş û mexdûr derkevin

"Medyaya cîhanî keçên Êzidîyên ciwan ku bêyî rizaya xwe ji Daîşîyan bûne xwedî zarok, niha jiyana wan di bin xeterê de ye, car carna bi hevpeyvîn, bi nûçe, bi fîlmên dokumenter wan tînin rojevê.

Hin ji civaka Êzidîyan û hinek malbat, van zarok û dayîkan red dikin, heta hin kes dixwazin van zarokan wenda bikin.

Em bang dikin û dibêjin; ew dayik û zarok bêguneh in!

Em di serî de bangî Hukûmeta Herêma Kurdistanê dikin, xwedî li van zarok û dayîkan derkevin û wan di sitargehan de bi cîh bikin û ewlekarîya wan pêk bînin.

Em bangî Mîrê birêz ê Êzîdiyan û Encumena Ruhanî ya Êzidîyan dikin da ku ew bêjin ku dayîk û zarok bêguneh in! Civat û malbatên wan keçên ciwan îqna bikin da ku keçên xwe hembêz bikin.

Em naxwazin ev dayik û zarokên bêguneh li welatê xwe bêxwedî bin û kes wan nestrîne û dawîya dawî mihtacê kampên paneberan yê girêdayî Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bibin.

Em wek Kurd û Kurdistanî hembêza xwe vekin, xwedî li vê beşa cefakêş, mexdûr a civaka xwe derkevin."

PAK-Ewropa

(Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropayê)

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye