PAK-Ewropa: Em kampanya zimanê Kurdî bighînin Ewropa jî

.

Meclîsa Ewropa di nav heftê de civîna xwe ya daîmî pêk anî. Ev civîna Meclîsê jî li ser platforma digital pêk hat. Hemû endamên meclîsê daxwaziya xwe ya civîneke rû bi rû anîn ziman. Biryar hat dayin, heger rewşa Ewropa ya pandemînê carek din ber bi xerabûnê ve neçe, civîna were, wê rû bi rû pêk were.

Di civînê de raporên komîsyonên kar û komîteyên welatan hatin nirxandin. Ji ber şertên covid-19 çi bigre di kar û xebatên hemû komîteyan de sistî û lawazî hat tesbîtkirin. Ji ber xurtkirin û ji nuh ve şidandina rêxistina Ewropa biryara taqwîma çûyina hin herêm û welatan hat wergirtin.

Lê civînê kêfxweşiya xwe da xuyakirin, di dema pandemîyê de PAK-Ewropa têkiliyên xwe bi hemû piştgir û dostên xwe re domand. Li gor îmkan û şertên coronayê beşdarî şînên piştgir, dost û nasên xwe bû û amadebû destê alîkariyê bighînin der û dora xwe.

PAK-Ewropa hemû civînên xwe yên rûtînî li ser digîtal platformê domand.

Giraniya civînê li ser birêxistinkirina kampanya zimanê Kurdî li Ewropa bû.

Hewil ew e ku li seranserê Ewropa li kêleka kampanya zimanê Kurdî ya digîtal, kampanyayê li qad û navendên bajaran bi fizîkî jî bê kirin. Ji bo kampanya bêtir bê bihîstin û baldar be, ji kesayetiyên navdar yên Ewropî jî peyam û îmzeyên piştgiriyê bê xwestin.

Kurdistan Haberleri

Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe
Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir
Agir bi Bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê ket