PAK: Em şîfaya xêrê ji xebatkarên Rudaw TVyê re dixwazin

Li ser qezaya hatûçûyê ya ku xebatkarên Rûdaw TV'yê rast lê hatin, Partiya Azadiya Kurdistanê peyamek belav kir û şîfayê xêrê ji wan re xwest.

Di peyama ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve hate belevkirin de wisa hat gotin:

"Nûnerê Rudaw TVyê Maşallah Dekak û xebatkarên Rûdaw TVyê Şakir Uygur û Cihan Demirkiran, îro di hadîseyeke trafîkê de birîndar bûn.

Xebatkarên Rudaw TVyê ji bo nûçeyekê gava ku ji Amedê diçûn Agirîyê, li nêzî Zîyareta Weyselqeranî otomobîla wan wergerîya û her sê xebatkar jî birindar bûn.

Maşallah Dekak, Şakir Uygur û Cihan Demirkiran nuha li nexweşhaneyê ne.

Em şîfaya xêrê ji xebatkarên Rudaw TVyê re dixwazin."

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin