PAK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi giramî bibîr tînin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) di 95emîn salvegera darvekirina Serokê Netewîyê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an Şêx Seîd Şêx Seîd û hevalên wî de daxuyanîyek belav kir.

Daxuyanîya ji alîyê Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê hatîye parve kirin wiha ye:

“Serokê Netewîyê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an Şêx Seîd û 47 hevalên xwe 95 sal berê di roja 29.06.1925an de, ji alîyê Dewleta Tirkîyê ve hatin darve kirin.

Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.

Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darve kirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelên nemiran aşkere bike.

Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.

Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.

Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.

Di 95emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin,Xalid Begê Cibrî , Yusuf Ziya Beg,Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî,Dr.Fuad, bi dehhezaran Kurdên kudi dema serîhildanê û di du salên piştî serîhildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”
29.06.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da