PAK: Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê bi boneya salvegera darve kirina Qazî Mihemed û hevalên wî peyamekê ve ew bibîr anîn.

Daxuyaniya Buroya Çapemenî û ragehandina PAKê waha ye:

Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03. 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Em di 74yemîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

31.03.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan