PAK: Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi daxûyanîyekê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bibîranî.

Daxûyanîya PAKê wiha ye:

“Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 30.03. 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Em di 73yemîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”

30.03.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî pejirandin
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtaniyayê kir
Bîranîn û berxwedana Kobaniyê li Pêşangeha Şopa Rengan hatin zindîkirin
Wezîrê Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzên 70 û 80ê bi serkeftî bi dawî hat
Xelîlur Rehman: Em dê ji bo bilinkirina dengê gelên ku nûnertiya wan li NYyê nîne bixebitin