PAK: Em Leyla Qasim bi giramî bibîr tînin

Bi hilkefta salvegera darvekirina Şehîd Leyla Qasima Nemir, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) peyamek weşand. Di peyama ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê de wisa hat gotin:

"Leyla Qasim di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji aliyê rejîma Beasê ve hate darvekirin.

Leyla Qasim têkoşereke jin a endama Partiya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK- I) bû.

Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lê dibe.

Têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.

Tu darvekirin, kuştin, destdirêjî û jensoîd dê nikaribe rê li ber azadiya Kurdistanê bigire.

Em Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin."

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin