PAK: Em Leyla Qasim bi giramî bibîr tînin

.


"Leyla Qasim di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hate darvekirin.


Leyla Qasim têkoşereke jin a endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK- I) bû.


Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe.


Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.


Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jensoîdan heta îro nikarîbû rê li ber doza azadîya  Kurdistanê bigire û ji îro pê ve jî dê nikaribe bigire.


Em Leyla Qasim, hevalên wê  Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd , Azad Suleyman Miran  û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin."


12.05.2021


Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir
Nêçîrvan Barzanî sibê seredana Bexdayê dike
Li Îranê pêla girtin û îdamkirina Suniyan: Kurd û Belûç di hedefê de ne
Çîrokên 3 ciwanên Urmiyeyî yên ku Îranê ew îdam kirine
Supaya Pasdaran bangî Trump kir: Hilbijartinekê bike