PAK: Em Leyla Qasim bi giramî bibîr tînin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) di salvegera darvekirina Leyla Qasim peyamek belav kir. Di peyama xwe de PAK Leyla Qasim bi giramî bibîr anî.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) di salvegera darvekirina Leyla Qasim peyamek belav kir. Di peyama xwe de PAK Leyla Qasim bi giramî bibîr anî.

Peyama PAKê wiha ye:

Leyla Qasim di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hate darvekirin.

Leyla Qasim têkoşereke jin a endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK- I) bû.

Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe.

Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.

Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jensoîdan heta îro nikarîbû rê li ber doza azadîya  Kurdistanê bigire û ji îro pê ve jî dê nikaribe bigire.

Em Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

12.05.2020

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê
Sebah Numan: Lêkolîn derbarê êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêmê berdewam e
Mamoste û xwendekar dixwazin ku waneyên zanistî jî bi Kurdî bin
Gulan Avci: Gefa kuştinê li min û zarokên min hat xwarin
NATOyê li ser vekişîna ji Îraqê daxuyanî da