PAK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ji ber komkujîya li Hewlêrê ya 1ê sibata 2004an bi peyamekê rûreş kir.

Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ji ber komkujîya li Hewlêrê ya 1ê sibata 2004an bi peyamekê rûreş kir.

Peyama PAKê wiha ye.

“Di 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahîya cejnê de ji alîyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jîyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.

Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahîyên PDK û YNKê de berpirsên bilind yên her du partîyan  jîyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn. Êrîş di dema pîrozbahîyên cejnê de hatîbû kirin û di naw kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoya PDKyê  Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitîye Nivîskarên Kurdistan yê  şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKê jîyana xwe ji dest dabûn.

Em di 16emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.”

01.02.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin