PAK: Em hemû êrîş û tehdîtên li ser jîyana her kesayetekî protesto dikin

.

"Rewşenbîr û Siyasetmedarê Kurd Birêz Îbrahim Güçlü roja 02.04.2021ê ji raya giştî re ragehand ku, PKKyê di heqê wî de biryara kuştinê daye.

Birêz Îbrahim Güçlü îdia dike , li gorî agahdarîyên ku Hêzên Ewlekarîyê yên Dewleta Tirkîyeyê gîhandine cenabê wî, PKKyê hinek endamên xwe wazîfedar kirine da ku Birêz Îbrahim Güçlü bikujin.

Helbete ev agahdarîyên ku Hêzên Ewlekarîyê yên Dewleta Tirkîyeyê gîhandîne Birêz Îbrahim Güçlü, îdia ne.

Lê em îhtimala rastîya vê agahdarîyê, vê îdiayê jî bi tûndî protesto dikin û dibêjin tehdît û êrîşên li ser her kesayetekî Kurd, wek êrîş û tehdîta li ser mafê jiyanê, li ser mafê azadîya fikrî dizanin û em dibêjin êrîş û tehdîtên bi vî rengî bi tu awayî nayên qebûl kirin.

Em bangî PKKyê dikin, demildest di heqê vê meseleyê de raya giştî rohnî bike.

Em bangî Hêzên Ewlekarîyê yên Dewleta Tirkîyeyê jî dikin da ku hemû agahdarîyên di heqê vê îdiayê de bi zelalî bi raya giştî re parve bikin.


02.04.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin