PAK: Em êrîşa li ser Şaxa Îzmîrê ya HDPyê şermezar dikin

.

PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) : Em êrîşa li ser Şaxa Îzmîrê ya HDPyê şermzar dikin

Li gorî agahdarîyên ku di ragehandinê de belav bûye, îro(17.06.2021) kesekî bi çek avêtîye ser avahiya Şaxa Îzmîrê ya HDPyê,  xebatkareka HDPyê ya bi navê Deniz Poyraz bi guleyan kuştîye û  agir berdaye avahiyê.


Rêveberên Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaset û gotar û helwestên xwe yên li dijî Kurdan,  bingehê êrîşên bi vî rengî xurtir dikin. 


Dewleta Tirkîyeyê dive dest ji sîyaset û gotarên xwe yêndijminane yên  li dijî Kurdan, berdin û divê demildest hêzên li pişt vê êrîşê aşkere bikin.


Em vê êrîşa ku li ser Teşkîlata Îzmîrê ya HDPyê hatîye kirin, ew kesê êrîşkar û yên li pişta wî  şermezar dikin. 


Em sersaxîyê ji malbata Deniz Poyraz re, ji hemû rêveber û endamên HDPyê re dixwazin.


17.06.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Konferansa Enstîtûya Kurdî ya Parîsê
Berdevkê HSDê Ferhad Samî: Di dewriya ku leskerên DYAyê hatin kustin em tinebûn
Trump li ser êrîsa li Sûriyê gefa tolhildaneke tund xwar
Mazlûm Ebdî: Peymana 10ê Adarê nexşerêya Sûriyeya nû ye
Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir