PAK: Em êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatîye kirin rûreş dikin

.

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) derbarê êrîşa şeva borî ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê de peyamek belav kir.

Di peyama PAKê de wiha hat gotin:

"Şeva 06.07.2021ê di seet:11.30ê de, bi rêya dronan êrişek li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê çê bû.

Hêza Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di encama êrişê de, ziyanên canî û madî çê nebûne.

Eve çend carin hêzên terorî yên li dijî azadî, destkeftin û pêşkevtinên li Başûrê Kurdistanê, bi êrîşên hovane bêtehamûlîyâ xwe li himber gelê Kurdistanê didin der. Ev êrîşên terorî nîşana dilreşîya hêzên dijminên gelê Kurdistanê ye.

Tu şika me jê tuneye , çawa ku qetlîam û jeosîdên wek Enfal, Helebçe û yên din nikarîbûn rê li ber destkeftinên federe yên Herêma Kurdistanê bigire; ev êrîşan terorî jî dê nikaribin rê li ber pêşkeftin, destkeftin , azadî û serxwebûna Kurdistanê bigirin. Gelê Başûrê Kurdistanê bi lêxwedîderketina destkeftîyên xwe, bi hevgirtin û yekitîya neteweyî, niştimanî dê van êrîşên dijminane jî pûç derxîne.

Em êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatîye kirin û hemû hêzên li pişt vê êrîşê rûreş dikin."

07.07.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn