PAK: Em Cejna Çileya Havînê ye Hemû Kurdên Êzidî Pîroz Dikin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi peyamekê cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir

 

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi peyamekê cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir

Peyama PAKê wiha ye:

Em cejna Çileya Havînê ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzdî pîroz dikin.

Bi hêvîya ku ev cejn bibe destpêka kewandina birînên xuşk û biryayên me yên Kurdên Êzidî, bibe destpêka dawî lê anîna hemû êş û xemên wan .

02.08.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdên Êzidî, her sal nav bax û bostanan de Cejna Çileya Havînê pîroz dikin û her sal ji roja 30ê Tîrmehê heta 2ê Tebaxê di bi navê cejna “Çileya Havînê” li Perestgeha Laleşê kom dibin û merasimên xwe yên olî li dar dixin.

Ev kevneşope ji ber derbasbûna nîvê havînê û destpêka daketina pileyên germê û destpêka demsala berhemê rez û baxên meyve û fêkî birêve diçe, ku tê de ‘’Bi daholê, herwiha jenîna amûrên din ên wek defê û stran gotinê ve keç û xort dîlan û gowendê girêdidin,’’ berhemên baxan tên dabeş kirin. Ew merasîm û kevneşopîye bi sedan sale maye û birêve diçe û wek merasîmekî çandî tê dîtin.

 

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn