PAK: Em bi wefata Prof. KINYAZ ÎBRAHÎM MÎRZOYEV gelekî xemgîn in 

.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya koça dawiyê ya Prof. Kinyaz Îbrahîm Mirzoyev peyameke sersaxiyê belav kir.

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin:

Bi xemeke mezin me roja 08.08.2021ê nûçeya koça dawî ya akademîsyen û çalakvanê welatperwerê Kurd û Serokê Federasyona Navneteweyiya Kurdên welatên Sovyeta berê Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev bihîst.
Gelê me dê xebat û keda welatperwerane ya Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev tu carî  ji bîr neke.
Em sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û hezkirîyên Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev û endamên Federasyona Navneteweyîya Kurdên Sovyeta berê  û Kurdên nîştecihê welatê Kazaxistanê û li hemû gelê Kurdistanê  dikin.

Em xwe bi hevparê xema malbata Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev û ya hemû hezkirîyên xwedê jê razî dizanin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye