PAK: Em 76emîn salvegera damezrandina PDK-Îranê pîroz dikin

.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 76emîn salvegera damezrandina PDK-Îranê de peyamek belav kir.

Di peyama PAKê de wiha aht gotin: 

PDK-Îran di 16ê tebaxa 1945ê de li Mehabadê bi serokatîya Pêşewa Qazî Muhammed hat damezirandin.

PDK-Îran(Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê) îro 76emîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike.

PDK-Îran a ku li ser hîmê Komeleya Jîyanewey Kurd şax da, piştî çend mehan Komara Mahabadê ava kir û rêveberîya wê kir.

PDK-Îran eve 76 sal e hêzeke esasî ye ku têkoşîna miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihandîye roja îro.

PDK-Îran partîya Pêşewa Qazî Mihemed, partîya şehîdên nemir Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî ye û eve 76 sal e bi hişmendî û sîyaseta xwe ya netewî, niştimanî , welatperwerane, wek aktorekî esasî li Rojhilatê Kurdistanê , doza azadîya Kurdistanê dimeşîne, barêkî bi rûmet hildigire.

PDK- Îran di têkoşîna azadîya Kurdistanê de bi hezaran şehîd û bedel daye.Lê tu carî ala azadî û têkoşînê li erdê nexistîye.

Wê Alaya Rengîn a Komara Kurdistanê gava li Mehabadê li ba dida, weke bayê azadîyê tesîra xwe li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî dikir.

Îro jî ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir, bi xebat û têkoşîna pêşmerge, têkoşer, xebatkar û kedkarên doza azadîya Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî li ba dide.

Me duhî jî îro jî têkoşîna xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê her wek têkoşîna xwe dîtîye. Di vê têkoşîna pîroz de, em bi her awayî li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.Û tu şika me jê tuneye ku gelê me li hemû perçeyên Kurdistanê dê azadîya xwe bidest bixe.

Em di 76emîn salvegera damzrandina PDK-Îranê de rêberê gelê Kurdistanê Peşewa Qazî Mihemed, şehîdên nemir Dr Qasimlo û Dr Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînim.

Em bi bawerî û bi hestên xwe yên netewî, niştimanî û birayane, ji Bakurê Kurdistanê 76emîn salvegera damzrandina PDK-Îranê pîroz dikin.

16.08.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da