PAK: Dewleta Tirkîyeyê nahêle tu kes midaxaleyî agirê ku li Dêrsimê bi çîyayî ketîye bike

.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

"Dewleta Tirkîyeyê nahêle tu kes midaxaleyî agirê ku li Dêrsimê bi çîyayî ketîye bike.

Li navçeya Xozatê ya ser bi parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ve piştî operasyoneke leşkerî agir bi daristanekê ve ketibû.

Ji ber ku Dewleta Tirkîyeyê ji bo vemirandina agirî tu midaxeleyan nake û nahêle xelkê herêmê jî midaxele bike eve 11 rojin ku ev agir nehatîye vemirandin.

Li gor agahîyên ku di ragehandinê de belav bûne, piştî operasyoneke leşkerî ya Dewleta Tirkîyeyê, di roja 16ê Tebaxa 2021ê de agir li daristanên gundên Danzî, Kurukaymak û Koçerî yên ser bi navçeya Xozatê ve ne dest pê kirîye û ji ber ku tu midaxele nehatîye kirin agir li gundên der û dorê jî belav bûye. Ev agirê ku 11 roje berdewam e gîhiştiye gundê Uzunçeşmeyê.

Gundiyên herêmê dibêjin ku li xelkê van gundan hatiye qedexekirin ku biçin cihê agir û hêzên leşkerî yên Dewleta Tirkîyeyê hewldanên ji bo vemirandina agirî asteng dikin.

Helbete ev ne cara yekeme ku Dewleta Tirkîyeyê bi navê ‘’operasyonên leşkerî’’ daristanên Kurdistanê dişewitîne.

Lê gelekî balkêşe ku raya giştî ya Tirkîyeyê ya ku di heqe şewitndina daristanên li Tirkîyeyê bertekên tûnd nîşan didan, di heqê şewata daristanên li Kurdistanê de tu bertekan nîşan nadin.

Em bangî raya giştî ya Kurdistanê û Tirkîyeyê û bangî hemû dezgeh û kesayetên xwezaparêz dikin da ku li himberî şewitandinên daristanên Kurdistanê dengê xwe bilind bikin û bila zûtirin wext ev şewat bêne rawestandin."

27.08.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn