PAK: Dewleta Tirkîyeyê 5 kadroyên welatperwerên Kurd di roja 23yê Gulan a 1925ê de li Amedê darve kir

.

"Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê bi boneya salvegera darve kirina 5 endamên welatperwer ên kurd ji aliyê dewleta Tirkiyê di sala 1925ê, bi peyamekî bibîranî.

Daxuyaniya PAKê waha ye:

Dewleta Tirkîyeyê piştî Tevgera Neteweyî ya Kurd a ku di sibata1925ê de destpê bibû Mehkemeya Şark Îstîklalê damezrand.

Serokê vê tevgera neteweyî Şêx Seîdêdi roja 1ê Nîsana 1925ê bi kemînekê ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve esîr hate girtin.

Piştî ku Şêx Seîd esîr hate girtin, dewleta Tirkîyeyê dest bi darve kirina rêber û kadroyên Kurdan kir.

Wek xelekeyeke ji van darve kirinan jî, Mehkemeya Şark Îstîklalê ya Dewleta Tirkîyeyê di roja 25.05.1925ê de li Amedê 5 sîyasetmedar û rewşenbîrên welatperwerên  Kurd  darve kir.

Seyîd Abdulkadîr ê Serokê Cemîyeta Kurd Tealî, Seyîd Muhamedê kurê Seyîd Abdulkadîr, Kemal Fevzî Begê Rojnamevan, Sadî Abdullah ê Paloyî,  Hacî Ahdî Beg  Mehmet Tewfîq (Bavê Tûjo) ê Parêzer bi destê Mehkemeya Şark Îstîklalê ya mehkemeya şerê li dijî Kurdan bû û  tu eleqeya wê bi hiqûqê ve tunebû hatin darve kirin.

Em di 96emîn salvegera darve kirina wan de, 5 welatperwerên Kurd û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

23.05.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e