PAK CIWAN: Jenosida Şingalê Nayê Jibîr Kirin

.

"Jenosîda Şingalê  yek ji birînên herî mezin ê dîroka Kurdan e ku nayê ji bîr kirin.

7 sal piştî Jenosîda Şingalê, birînên wê  hîna jî pir teze û kûr e.

Roja 3yê Tebaxa  2014ê rêxisrina  terorîst a DAIŞê û alîgirên wê êrîşî Kurdên êdizîdî kirin û bi hezaran mirovên me kuştin,  bi hezaran jin û keçên ciwan Jî revandin û  hina jî aqubeta wan ne diyar e.

Bê guman, berpirsyarê vê bûyera ku li ber çavên hemû cîhanê qewimî, rêxistina terorîst a DAIŞê û alîgirên wê ne. Lê belê sedema rastîn a vê komkujiyê, ku di sedsala 21ê de li pêş çavê her kesî pêk hat, bêdewletbûn e. Em di vê  buyerê de nikarin bêdeng bimînin û ji vê berpirsiyariyê dûr bisekinin. Divê hemû milletê me ji bîr nekin ku; ev pirsa me hemûyan e.

Wek PAK CIWAN, em careke din bangî  Neteweyên Yekbûyî  dikin ku "Jenosîda Kurdên  Êzidîyan bi fermî nas bike". Em dibêjin ku divê Neteweyên Yekbûyî vê karesata mirovî, vê jenosîdê nas bike.

Û em bang li hemû miletê xwe dikin:

Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û bila dinya bibihîze

Em mil bidin milê hev û têkoşîna xwe bilind bikin

Werin em bi hev re pêşeroja xwe rizgar bikin

Werin em ji bo jiyaneke birûmet bibin yek

Ji bo ku em her roj Şingalên nû, enfalên nû, Helepçeyên nû nejîn, divê em statuyeke siyasî, neteweyî û erdnîgarî bi dest bixin. Em dizanin  heta  ku em jî di nav miletên cîhanê  yên serdest de cîhê xwe negirin  wê her dem Şingalên nû , Helepçeyên nû ,Enfalên nû dê biqewimin.

Em careke din li ber hemû şehîdên me yên Kurdên Êzîdî yên  ku li Şingalê hatine qetil kirin, bejna xwe ditewînin û em kujeran û alîkarên wan lenet dikin. "

03.08.2021

PAK CIWAN

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin