PAK-CIWAN: Em wek ciwanên Kurdistanê qetlîama nîjadperest a plankirî ya li Konyayê hatîye kirin rûreş dikin

.

"Em wek ciwanên Kurdistanê qetlîama  nîjadperest a plankirî ya  li Konyayê hatîye kirin rûreş dikin

Li navçeya Meramê ya bi ser Konyayê nîjadperestên Tirk  bi awayekî plankirî  êrîş anîn ser malbateke Kurd û 7 kes ji vê malbatê hatin qetil kirin û mala wan jî şewitandin.

Berpirsê vê qetlîyamê yê esasî, rêberên Dewleta Tirkîyeyê yên ku li hember van êrîşan çavên xwe girtine,  bi sîyaseta xwe ya dijayetîya Kurdan cesaret dane êrîşkeran û bingeha êrîşên bi vî rengî  xweş kirine ye.

Miletê Kurd  û ciwanên Kurdistanê wek heta niha dê ji niha û pêve jî li himberî van êrîş û qetlîyaman serê xwe  netewînin.

Divê hemû pêkhateyên gelê me, tifaq û yekgirtineke berfireh ya neteweyî, niştimanî bihûnin.

Em vê êrîşa nîjadperest a plankirî rûreş dikin, em sersaxîyê ji malbata Dedeogullari yan û ji gelê xwe re dixwazin."

PAK Ciwan

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye