PAK: Biryara tayînkirina qeyûmên ya li ser şaredarîyan tune hesibandina îradeya dengdêran e

PAK: "Aşkere ye ku, ev biryar di eslê xwe de, weke wan êrîşên eskerî, weke wan girtin, hefskirin û dozên ku têne vekirin, biryarên sîyasî ne".

Partiya azadiya Kurdistanê (PAK) li ser qeyyûman daxûyaniyek belav kir

Wezareta Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê, roja 19.08.2019an Şeredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar dûr xist û li cîhê wan qeyûm tayîn kir.

 

Di hilbijartinên 31ê adara 2019an de gelê Amedê, Wanê û Mêrdinê, bi dengdanê, şaredarên xwe hilbijartibûn. Ev biryara tayîn kirina qeyûman ya li ser her sê şaredarîyan, birayereke anti demokratîk e û  îradeya gelê van bajaran  tune dihesibîne. Helbete ku qeyûm nayên qebûl kirin.

 

Biryara tayîn kirina qeyûman, ne biryareke hiqûqî ye. Ev biryara tayîn kirina qeyûman,nîşana tune hasibandina îradeya gelê Kurd e, nîşana binpê kirina azadî û demokra sîyê ye.

 

Belê, me gelek caran gotibû û em nuha jî dibêjin, Dewleta Tirkîyeyê, divê dest ji vê sîyaseta şîdetê, tûnd û tûjîyê ya ku li ser dijayetîya Kurdan ava kirîye berde.Divê  em gişt di çareserîya hemû pirsgirêkan de rêya dîyalogê esas wergirin û  ji bo çareserîyê, bi rê û rêbazên demokratîk û sîyasî divê gav bêne avêtin. Rêya herî rast û maqûl ev e. 19.08.2019

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin