PAK bi heyetekê bêşdarî merasîma cenazeyê Adnan EKMENî bû

.

Serokê Beledîyeya Kercewsê yê berê, parlamenter û wezîrê pêştir yê Tirkîyeyê , welatperwerê Kurd Adnan Ekmen ji ber nexweşîya xwe roja 05.08.2021ê koça dawî kiribû.

Roja 07.08.2021ê cenazeyê Adnan Ekmen ê, kekê hevalê me yê rehmetî Feyyaz Ekmen, di saet 08.00ê sibehê ji Enqereyê gihîşt Diyarbekirê.

Heyeta PAKê ya ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba , Berdevkê PAKê Hanifi Turan , endamê Meclîsa PAKê Mehmet Bilen û rêveberê PAK Amedê İsmail Ediş pek hatî, li Balafirgeha Amedê di pêşewazî kirina cenazeyê Adnan Ekmen de amade bû.

Piştî ku cenaze bi ber Kercewsê bi rê ket, Heyeteke PAKê ku ji endamên Meclîsa PAKê Eyyup Alacabey, Ömer Erdem, Şeyhmus Únal ,

Serokê Teşkilata Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir û rêvebirin Teşkîlata Batmanê M.Tahîr Bilik, Hamdullah Toprak pêk hatî beşdarî merasîma cenazeyê ya li Kercewsê bûn.

Piştî merasîm û sipartina axê heyeta PAKê li Kercewsê li cîhê tazîyeyê rûniştin.

Paşê heyeta PAK ê çû ser mezelê hevalê me Feyyaz Ekmen û dua li ser mezelî xwend.

Ji ber kû tazîye dê li nav bajarê Batmanê dewam bibe , heyeta PAKê çû Batmanê cihê tazîyê û li wê derê li cîhê tazîyeyê rûnişt.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn