PAK beşdarî merasîma xelata Odeya Bijîşkan a Amedê bû

.

PAK beşdarî merasîma xelata Odeya Bijîşkan a Amedê bû

Odeya Bijîşkan a Amedê ji sala 1996an ve xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasîyê’ dide.

Odeya Bijîşkan a Amedê xelata îsal a ‘Aştî, Dostanî û Demokrasîyê’ da Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan Parêzer Eren Keskînê.

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elif Turan, di roja 13.03.2021ê li Amedê, li Hola Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Amedê, xelata Parêzer Eren Keskinê dayê.

Li gel merasîma xelat dayînê , di derbarê maneya vê xelatê de bi moderatorîya Dr. Şeyhmus Gökalp panelek jî hate li dar xistin.

Axaftvanê vê panelê jî Parêzer Eren Keskin bû.

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) jî ji bo merasîma vê xelat dayînê hatibû vexwendin.

Li ser navê PAKê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê Talip Sana,Salih Kaplan, Abdullah Polat û rêveberê Teşkîlata Amadê ya PAKê İsmail Ediş beşdarî civîn û merasîma xelatê dayînê bûn.Li gel heyeta PAKê, Hevseroka DBPyê Saliha Aydeniz, nûnerên DEVA Partî, Gelecek Partî û nûnerên Dezgehên Sivîl yên Amedê beşdarî civîn û merasîma xelata Odeya Bijîşkan a Amedê a ‘Aştî, Dostanî û Demokrasîyê’ bûn.
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin