PAK: 30yemîn Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê Pîroz Be

.

"Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê di roja 5ê adara 1991ê de gelê me li himberî Seddamê dîktator Raperîn(Serîhildan) destpêkir. Ev raperîna li temama Başûrê Kurdistanê belav bû.Di encama vê raperînê de Hewlêr, Silêmanîye û Dihok hate rizgar kirin. Di 1992an de jî bi hilbijartinê Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê hate îlan kirin.

Raperînê di sala 2005an de di Qanûna Bîngehîn a Iraqê de bi qebûl kirina Dewleta Federe ya Kurdistanê berdewam kir.

Raperîn nerawestîya.

Raperînê di 25ê îlona 2017an de, di referandûma serxwebûnê de, bi %93yê 'erê' ya ji bo serxwebûnê berdewam kir.

Tu şika me lê nîne ku , li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me heta ku azadîya xwe bidest bixe dê raperîn her berdewam be.

Em 30yemîn salvegera Raperîna(Serîhildana) Başûrê Kurdistanê pîroz dikin. Şehîdên raperînê û hemû şedîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin."

05.03.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin