PAK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be

.

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê): 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be

"1 Gulanê roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê ye. Di demek ku li cîhanê, hîna jî mirovahî di bin xeterîya corona vîrusê de ye, 1 Gulana 2021an tê pîroz kirin.

Qeyrana aborî ya ku li piştî corona vîrusê rûdaye, li Kurdistanê û li Tirkîyeyê rewşa aborîya bi milyonan karker û kedkaran xerabtir kirîye,hejarî zêdetir bûye.

Karker û kedkarên Kurdistanê, ji alîyekî ve ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bêpar in, ji alîyekî jî rû bi rûyî hejarî, bêkarîyê ne, rû bi rûyî şerden gelek xerab ê aborîyê ne.

Jiber vê rastîyê jî, karker û kedkarên Kurdistanê, têkoşîna xwe ya jibo bidestxistina mafên aborîyê, têkoşîna jibo jîyaneke birûmet û mirovane, têkoşina jibo azadî, demokrasî û wekhevîyê, divê li gel têkoşîna azadî û rizgarîya Kurdistanê bimeşînin.

PAK, bi şîara ‘’Azadî jibo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’, jibo Kurdistaneke azad a ku edaleta civakî û jîyaneke mirovane lê bicîh bibe xebat û têkoşînê dimeşîne.

Di roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê de, li dijî xeterîya corona vîrusê, divê hemû mirovahî bi hişmendî û helwesteke yekgirtî tevbigere, lihev xwedî derkevin. Bi vê daxwaz û hêvîyê, em 1ê gulana karker û kedkarên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz dikin."

1ê Gulana 2021ê

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

KURD-KAVê 26’emîn kongireya xwe ya asayî lidarxist
Îraqê li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da
Ozçelîk: Em piştgiriya çekdanîna PKKê dikin, lê muxatab divê hemû kurd bin
Li bajarê Seqizê, rêûresmek bo yada şehîdên şoreşa Jînayê bi rê ve ço
Tekoşîna Îsmaîl Beşikçî ya bo Kurditiyê bû belgefilm