Özçelik: Şewitandina daristanên Lîceyê tawenekî li dijî mirovahîyê û xwezayê ye

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik jiber şewitandina daristanên Lîceya girêdayê Ameda Bakurê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîyê de Özçelik bang li dewleta Tirkîyê û PKKê kir ku çekan rawestînin.

 

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik jiber şewitandina daristanên Lîceya girêdayê Ameda Bakurê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîyê de Özçelik bang li dewleta Tirkîyê û PKKê kir ku çekan rawestînin.

Daxuyanîya Özçelik wiha ye:

Dewleta Tirkîyeyê daristanên navçeya Lîce ya Amedê dişewitîne.Eve 97 sale daristanên me têne şewitandin, gund û bajarên me têne xera kirin,  bi dehhezaran mirovên me hatin qetil kirin. Wan daran jî, xwîn û ruh û hest û bawerîya wan şehîdan jî li çîya û deşt û axa Kurdistanê rehekî kûr û berfireh berdayîne. Kesî heta îro bi kuştin û şewitandin û wêran kirinê nikarîbû van daristanan jî, vî miletî jî, vî welatî jî tune bike. Ji îro pê de jî tu hêz dê vî mîletî, vî welatî û doz û daxwaza azadîya me ji holê rake.

 

Şewitandina daristanên Lîceyê, qetlîameke li dijî xwezayê û li dijî mirovahîyê ye.

 

Em şewtiandina daristanan bi tûndî şermezar dikin.

 

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin; vî şerî rawestînin. Em bangî PKKyê dikin; dawî li vî şerê çekdarî yê ku zerarê dide gelê me bîne.

 

Dewleta Tirkîyeyê divê bi  dîyalog û hevdîtinan li gel  hemû partîyên Kurdan   rêya çareserîya sîyasî veke. Rêya rast û mirovî û maqûl ev e.

 

30.07.2020

 

Mustafa Özçelik 

Serokê Giştî yê PAKê 

 

Siyaset Haberleri

Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya
Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’