Ozçelîk: Hemû alîyên sîyasî demildest bêne cem hev

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk li hemberî êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir

Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk li hemberî êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir û got:

 

Li himberî êrîşa Dewleta Tirkîyeyê ya bi navê ‘Kanîya Aşitiyê’ hatîye destpê kirin, divê TEVDEM, PYD, ENKS û hemû alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê demildest bêne cem hev û li ser hişmendîya Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê sîyaset û nexşe rêyeke hevbeş tesbît bikin. Ji bo parastin û paşeroja gelê me û welatê me, gava yekem divê ev be.

 

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir