Ozçelîk: Ez bi wefata welatperwerê Kurd , hevalê hêja kek Vakkas Çelik gelekî xemgînim

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)Mustafa Özçelik bi daxûyanîyekê sersaxî ji malbat û heval û hogirên Vakkas Çelîk re xwest

 

“Welatperwerê Kurd, kedkar û têkoşerê doza azadîya Kurdistanê  hevalê hêja  kek Vakas Çelik(Cabir/Haydar) îro(27.03.2020)  jiber nexweşîya corona vîrusê , li Fransayê koça dawî kir.

Ez bi wefata kek Vakas gelekî xemgînim.kek vakas gelekî zû ji nav me koç kir.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî beheşt be.

Sersaxî sebir û metanetê ji malbat û heval û hogirên wî re dixwazim.

Bila serê me hemûyan sax be.

Bila serê gelê me sax be.

Gelê Kurdistanê dê ked û xebata kek vakas jibîr neke.”

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî pejirandin
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtaniyayê kir
Bîranîn û berxwedana Kobaniyê li Pêşangeha Şopa Rengan hatin zindîkirin
Wezîrê Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzên 70 û 80ê bi serkeftî bi dawî hat
Xelîlur Rehman: Em dê ji bo bilinkirina dengê gelên ku nûnertiya wan li NYyê nîne bixebitin