Özçelîk bo K24ê: PAK nav û bernameya xwe naguhere

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik bû mêvanê studyoya Kurdistan24ê, û li ser hilbijartinên herêmî û biryara girtina PAK û partiyên din ên ku bêjeya 'Kurdistan' li navê wan heye axivî.

Serokê PAKê Mustefa Ozçelîk got: “Biryara girtinê ne tenê ji bo navê Kurdistanê, Serdozger û Dadgeha Qanûna Bingehîn dibêjin hûn behsa zimanekî derveyî zimanê Tirkî dikin û hûn behsa hinekan dikin ku derveyî miletê Tirk in, hûn dixwazin li ceugrafiya Tirkiyê tiştekî nû çê bikin. Anku ji ber zimanê Kurdî, hebûna miletê Kurdî, Kurdistanê û mafê netewî – demokratîk, mafê çarenivîsî û mafê federalîzmê û dewletbûnê yên di bernameya me de hene doz hatiye vekirin.”

Herwiha got: “Li gor madeya 90 ya Qanûna Bingehîn a Tirkiyê, doza girtina partiya me ne yasayî ye. Ew made dibêje, li gor peymanên navdewletî yên Tirkiyê îmze kirine, dema hiqûqa navnetewî û hiqûqa Tirkiyê bên beramberî hev, hiqûqa navnetewî derbas dibe.”

Got jî: “Beşek ji armanca dewleta Tirkiyê ew e ku fişarekê li ser partî û endamên me bike, da ku namzetên me yên serbixwe dengên kêm werbigirin, lê beşa herî girîng ew e dewlet hatiye astekê ku nikare gotina Kurd Kurdistanê bibihîse û dixwaze di warê yasayî de rê li ber bigire, lê ev yek ne hêsan e jî û emê berevaniyê bikin.”

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê navê partiyên ku bêjeya Kurdistanê di navê wan de cih digire ji lîsteya partiyên siyasî derxistiye û ji bo Partiya Azadiya Kurdistan, Partiya Sosyalîsta Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê jî daxwaza girtinê ji Dadgeha Makezagonê kiriye.

Ozçelîk amaje bi wê yekê kir: “Berî hilbijartinan Partiyên Tirkiyê wek AKP, MHP û partiyên din li ser nijadperestiyê û dijayetiya Kurdan siyaseta xwe dimeşînin. Lê li hemberê jî HDP zêdetir ji 15 salan e dibêje ev hilbijartin referandûm e û dawiya dunyayê ye û heger em biser nekevin Kurd dê têk biçin, ev jî siyaseteke şaş e. Her du alî jî riya azadiya ramanê û siyast û dengekî nû digirin.”

Serokê PAKê li ser tifaqa xwe bi PSKê re got: “Me ligel PSKê û gelek siyasetmendarên Kurd tifaqa Welatperwer û Demokrat daniye û piştgîriyeke baş ji aliyê welatperweran ve ji namzetên me re heye.”  

(K24)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin