Kemal Tolan
Spas mamostê rêzdar, min bi vê pirtûka KURDISTAN ya ku, cenabê te di 07.04.2001 de ji min ra li bajarê Essen destnîşan kir, hezkirin da min ku ez naveroka hejmarên „rojnama Kurdî ya pêşîn“ yên ji sala 1898-1902 hatine weşandin nasbikim!
Her wusa ji pirtuka „ Tarihtekî ilk Türkçe Ansiklopedide Kurdsatn ve Kurdler“ ku, cenabê te ji zimanê Osmanî wergerandiye ser Tirkî fêrbibim, ka erdnigarî û herêma RIDWAN a paytexta mîrekîtiya Xaltaniyê ya herî dawî ku, rahmetiyê Mirzikê Zaza tê de serweriya Êzdiyên li herêma Xerzan û deşta Bişêriy ê lê diman dikir çiqas mezin bû nasbikim.Binêrin li wênê nivîsa bi Kurdî û Tirkî
Spasî kirin û mal avayî ji bo vê ked û emeka cenabê te kirî hindike, hêvî ji Xwedê dikim ku, ew ruhê cenabê te bi dilovaniya xwe şad bike!
Bila serê gelê Kurd, dost û malbata rahmetî sax be!