Oxfam: Pandemî bi 800 mîlyar dolarî zerarê da jinan

.

 Rêxistina navdewletî ya sîvîl Oxfam raportekî belav kir û di raporê de ragihand ku bi sedema pandemiyê di dahata jinan de li dora 800 mîlyar dolar zerar heye û pandemî herî zêde bandorê li jinan kiriye.

Li gor raporê; di sala 2020 an de 64 mîlyon jin îşê wan ji dest çûye û li dora 800 mîlyar dolarî ku dike beramberê hasilata hundir ya 98 welatan, di dahata wan de zerar heye.

Di îstîhdama jinan de li dora %5 wendabûn heye lê di ya zilaman de ev %3,9 e.

Rêvebira Oxfam a Navdewletî Gabriela Bucher, ragihand ku di nav 800 mîlyar dolarî de xizmetên jinan yên malê, bazar, terzî û hwd yên ku di derveyê qeydiyan de ne, tine ne.

Di raporê de hat gotin ku di sala 2021 an de wê li dora 47 mîlyon jin bikevin ber xizaniyeka xerabtir.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê