Otobosa Dêrsimiyan qulibî: 3 kes can da

Otobûsa ku sefera Stenbolê û Dêrsimê dikir, li ser rêya Kirşehîr – Kirikkaleyê li navçeya Akpinarê ji ber berf û bahozê ji rê derket û qulipî.

Îro otobosa Can Dêrsim Tuncelilierê ku ji Stenbolê diçû Dêrsimê, li ser rêya Kırşehîr-Kirikkalê li navçeya Akpinarê ji ber berf û bahozê, qulibî.

Li ser agahdarkirina hemwelatiyan tîmên rewşên lezgîn (AFAD) ê û tîmên rizgariya Medikal a Netewî (UMKE) û hêzên ewlehiyê xwe gehandin cîhê bûyerê.

Di bûyerê de yek jê zarok, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 35 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin nexwaşxaneya Kirşehîr û nexwaşxaneya Kaman û navçeya Akpinarê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin