Otobêsên Diyarbekirê li Ankarayê bûn armanca êrîşeke çekdar

Otobêsên Diyarbekirê li Ankarayê bûn armanca êrîşeke çekdar

Li payetexta Tirkiyeyê, Ankarayê sê otobêsên ber bi DIyarbekirê ve diçûn, bûn armanca êrîşeke çekdar, heft rêwî birîndar bûn.

Li gora agahiyan doh êvaraê sê otobêsên j navên wan diyar e ku yên Diyarbekiriyan e, li Çevreyoluya Ankarayê bûn armanca êrîşeke çekdar. Di êrîşî de heft rêwî birîndar bûn. Êrîşkar piştî bûyere reviya lê piştî demekê ji aliyê polîsan ve hat girtin.

Waliyê Ankarayê derheqê êrîşê de daxuyaniyek da û got, êrîş ne êrîşeke terorîst e, kesê êrîş kiriye ji xwe kesek ji aliyê polîs ve tê naskirin û failê gelek sûcên dinê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin