Osmanê Topal him Pontusan him jî Kurdan kuştîye!

Di bin emrê Sakali Nurettîn Paşa de êrîşî serihildana Koçgirî kirîye kurdan kuştîye û dest daye ser mal û milkên wan

Semînera hevpar a Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê û Weşanxaneya APECê bi Komela Swedî-Grekî (Yunan) li bakurê Stockholm, Komela Grekî li Tensta, Komela Pontusa (Grek) li Stockholmê, Pirtûkxane û arşîva Grekî li ser genosîd (qirkirin) û surgûna Kurda û Pontûsa (Grek) di dawîya împaratorîya Osmanî û serdemê Cumhûrîyetê de di 21ê Gulana 2017ê de li dar ket.

Nivîskarê Yunanî Mihalis Karalambidis û lêkolerê Kurd Ekrem Onen axafêrên semînerê bûn. Ekrem Onen di destpêka sedsala nozda û dema cumhurîyetê de li ser serîhildanên kurdan rawest û şerê wan yên dijî tirkan de bahsa çawa tuşî qetlaman bûne, kir û li ser şerê psikololîk yên tirkan ku li hember kurdan dimeşînin bi nimûneyan pêşkêş kir.

Li gor nivîskarê Yûnanî Mihalis Karalambidis, tarîxa  girîng a qirkirina pontusan 19ê Gulana 1919ê ye ku dema Mustafa Kemal Ataturk wek mifetişê ordîya 9 derketîye Amissosê (Samsûnê) ye.  Li gor wî Trabzon, Giresûn, Samsûn, Sinop bajarên pontusan bûye. Bi fermana Mustafa Kemal Topal Osmanê Giresûnî di herêma di navbera Giresûn û Trabzonê de serîhildana pontusan tefandîye û wan qirkirine.

Nivîskarê Yûnanî got; di sed salîya qetlîamê de ew ê gelek çalakî li dar bixin û li Atînayê martoneka bazadanê bi navê ”Maratona jiyanê” li dar bixin û kurdan jî vexwend maratonê.

 Li gor nivîsakar; wê demê li herêmê 750 hezar pontus hebûne di navbera salên1916 û 1923ê de ji wan 750 hezar pontusan 263 hezarên wan hatine qetilkirin yên mayî jî hatîne sirgunkirin; jinên wan tûjî tecawuzê bûne. Ev hemû di encama sîyaseta Itihat û Terakî de rûdane; ew xwestine yên gayrî misliman qetilbikin û yên ne misilmanan jî asîmle bikin, bikin tirk.

Topal Osman; him qetil e him jî muhafizê Mustafa Kemal e; him serokçete ye him jî komutanê alaya 47an bûye.Wek komutanê alayê di bin emrê Sakali Nurettîn Paşa de êrîşî serihildana Koçgirî kirîye kurdan kuştîye û dest daye ser mal û milkên wan. Osmanê Topal him pontusan û him jî kurdan qetilkirîye.

Herweha Mustafa Kemal ji bona raqibê xwe ji ortê rake Topal Osman bi kar anîye; bi dest wî mebûsê Trabzonê Alî Şukrî Bey kuştîye, dawîye wî jî ji ortê rakirîye. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin