Ormiye - Kolberekî Rojhilatî ji aliyê serbazên Tirkiyê ve hat kuştin

.

Kolberekî kurd yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve di bin îşkencê de hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, duh bi şev komek kolberên kurd yên xelkê gundê Givara yê nahiya Kotolê ya bajarê Xoy li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, li rexê Bakûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê be hatin girtin.

Li gorî agahiyan, serbazên Tirkiyê bi tundî li wan kolberan dan û îşkenceyek giran li wan kirin.

Li gorî agahiyan, di encama wê îşkencê de kolberek bi navê Burhan Mihemedî (23 salî) canê xwe ji dest da.

Hetat niha jî termê wî kolberî li ba hêzên Tirkiyê ye û malbata wî jî ji ber girtîbûna sînor nikarin biçin termê kurê xwe bînin.

Serbazên Tirkiyê her wiha komek hesp û hêstirên kolberan jî zeft kirin

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin