Ormiye – Du keçên kurd agir berdan xwe û xwe şewitandin  

.

Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê du keçên kurd agir berdan xwe û xwe şewitandin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 10 vê mehê, keçikek 15 salî bi navê Ronak Ezîzvend û xelka gundê Kanî Reş yê Ormiyê, agir berda xwe û xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, Ronak Ezîzvend di temenê 14 salî de dabûn kesekî xelkê gundê Şiklava li devera Mirgevera Ormiyê. Ji ber ku keçik bi zorê dabûn mêr, wê jî agir berda xwe û xwe şewitand.

Îro (12 vê mehê) jî keçikek 16 salî bi navê Zehra Îsmaîlî (16 salî) û xelka gundê Bawan yê Ormiyê ji ber pirsgirêkên nav malbatê, xwe şewitand û canê xwe ji dest da.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê