Ormiye – Di rûdaneka tirafîkê de herî kêm 2 rojnamevanên Îranê mirin

.

Li bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê, otobûsa rojnamevanên Îranê wergeriya û herî kêm 2 rojnamevan mirin.

Îro danê sibê otobûsa rojnamevanên Îranê, ku bo amadekirina raportan li ser xebatên vejandina gola Ormiyê bi taybet tunêla Kanî Sêvê, çûbûn parêzgeha Ormiyê, li nêzîkî bajarê Neqedê yê Rojhilatê Kurdistanê wergeriya.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de 2 rojnamevan, ku her du jin bûn, canê xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan rojnamevan bûn.

Tunêla Kanî Sêvê ava bendava Kanî Sêvê li bajarê Pîranşarê vediguheze gola Ormiyê ji bo gol ji zuhabûnê rizgar bibe.

Dirêjiya wê tunêlê 36 km e û derdora kîlometrekê maye xilas bibe.

rojnamevanên ku di wê rûdanê de mirine

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye