Ormiye – 5 kolberên kurd di bin aşûtê de can dan

.

Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê aşût bi ser komek kolber de hat û 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, şeva borî li ser sînorê Bakûr û Rojhilat li parêzgeha Ormiyê, aşût bi ser komek kolber de ket.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de 5 kolberan canê xwe ji dest dan lê heta niha termên wan nehatine dîtin.

Tê gotin ku kolberên han li aliyê Bakûr can dane ji ber  wê jî hêzên Tirkiyê nahêlin malbat û mirovan wan li dû wan biçin.

Tevahiya kolberên ku can dane, xelkê gundê Kuran yê Ormiyê ne û navên wan jî wiha ye:

Ewlayî Xudayî, Firat Xudayî, Metîn Eslanî, Belên Ehmedî û Yawer Eslanî.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye