Orgeneral McKenzie li Rojava ev dîmen da: Li Bradleyên pişt min binêrin!

.

 Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Frank Kenneth McKenzie piştî serdana xwe ya 16ê Gulanê ya Rojavayê Kurdistanê ku ligel fermandarên HSDê civiya dîmenek parve kir ku piştgiriyeke bihêz dide hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî nûçeya ajansa Amerîkî AP ku ji aliyê ABC Newsê ve hatiye belavkirin, McKenzie di serdana xwe de çûye 4 baregehên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê ku di bin deshilata Hêzên Sûriya Demokratîk de ne û dîmeneke ku wesayîtên zirxî yên Amerîkî Bradley jî li pişt wî ne belav kiriye.

McKenzie li ser dîmena ku parve kiriye peyamekê jî dide û dibêje, “Li Bradleyên li pişt min binêrin, tam jî li vê baregeha em tê de bicih bûne binêrin. Difikirim ku ev îspateke bihêz a sozên me dane ye.”

Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê piştî ku hêzên Rûsî destwerdana hêzên HSDê kiribûn dest bi şandina wesayîtên Bradley bo Rojavayê Kurdistanê kiribû ku hejmara leşkerên Amerîkî jî ji nû ve hatibûn zêdekirin.
 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn