Optimîzm/Xweşbînî

Nuri Aldur

Fenomenên mîna xewn û xeyalan tiștên giringin û heta pêwîstinjî. Optimîzm jî nêzîkî van fenomeneya; lê helbet divêt hinek realîte li gel optimîzmê hebê û heger ne wabê – hingî ewa dibe xewn û xeyal û ne optimîzm. Em li vir karin bi hinek peyvokanre(termînolojîiê) bi leyîzin; peyvok anjî terma ”hêvî” jî ne dûrî  xem-xeyal û optimîzmêye:    hêvîya ku entelektûelên me kurdan zêdetir bibin ne xeyala, ew dikarê bikevê realîtêjî û halî-hazir komeke me yî mezinî entelektûel li bakur çêbûne û gelek ji wan di bernamên xwe de aktîv jî di xebitin. Em evan entelektûelên jîr û cesûr di dinya akademîyêde dibînin, di dinya civak û politîkayêde dibînin û ewan hin caran di kêlîyên pir zahmet û hesasde fedekarîyan dikin û qûrbanîyan didin. Li Tirkîya îrojde ne hêsana ku merov piștgirîke ji dil û can (wek nivîsek ilmî/politîkî, wek protestoyeke resmî anjî beyenake vekirî) bike, lê camêr û cajin hene ku vî tiștî dikin. Û helbet evan kar û xebatan agirên tekoșîna netewî xurttir, nifșên nû bi hêvîtir û optimîzma pêșeroja kurd û Kurdistanîyê aktûeltir dike. Emê bikarin mîsalekek ku di van rojên dawîde di jîyana me yî rojanedeye bo xwendevanên xwe bidin:                                       

di qetlkirina hozan Mîr Perwer û du kesênmeyi dinde hozan Bișar di strana xwe yî nûde weha dibêje: ” bê welatî çiqas zore, li xerîbîyê merov kore, rojek birçî rojek têre…”  û eve didê xwîyakirin ku gelek ji me kurdan gihîștine wê bawerî-  û netîceyên ku bê welatî û bê dewletîye ku sebebên kul û derd, êș û zahmetî û bê kes û bê xwedîtîya me ye. Ji ber ku erkek ji yên dewletê jî parastin-  û li xwedî derketina hemwelatîyana. Û evan têgîhiștinan îspatin ku entelektûalîzm di nav gelde  ferehtir dibe û eve jî  me optimîsttir dike. Ne bê sebeb hatîye gotin ku ”zanyarî barên kesan siviktir dikê ye”.              

Li bașûr karên dîplomatî û parlamentarîzmê (peyvendîyên li gel Baxda û hemî zîyaretên dîplomat û bazirganên dewletên dinyayê li gel hûkûmeta bașûr) hêvîyan didême ku evan çûûn û hatinan bandoreke pozitîv li li ser politika kurd û Kurdistan dikêye; her çiqas evan bandoran mîna meșa kîsoyên li çîya û newalên Kurdistanê jî be – dîse optimîzmame  zêdetir dibe ji ber ku alternativên din ya hîç ninin anji pir kêmin mîna promîlana.                                                                        

Hatine serokê YNK birêz Bafil Talabanî  bo Rojava, eger armanc ne sekterîzmbe - kî hêvî dikim ne wabe, gelek pozitîve û spas bo amerîkîyan ku ew firset dana her du alîyan. Eve îtîfaq û yekrêzîya kurdan bi qûwettir û dijminan jî aciztir dikêye. Hemû dan û standin, dîalog, peyman û îtîfak hêvîyên rizgarîyê bo kurd û dostên wan realîsttir dike û startejîyên dijminan jî zeîftir dike ye.                                   

Li Rojhelatê welatême bi qetlkirina keça kurd/Jîna Amînî  xebat û  tekoșîna hemî gelên Îran li dinyayê cîhê xwe girt û li gelek derên dinyayê piștgirî têt nîșandan û navê gelê kurd jî bi xweșî di nûçeyên li welatande derbasdibe. Jîna Amînî bû qûrban/șehîd û wê xebat û navê gelê xwe xurttir û bilindtirkir.                                                                  

Eger ez çend navên entelektûlên me;  ku ked, mîras û berhemên hêja û delal li dûv xwe hiștine bidim; kî ewan niha malesef ne li jîyanêne -wê Cemal Nebez, Ahmed Mazher û  A.Rahman Qasemlû bin ku evan șexsîyetan mîna îkonên neteweyên me ne.Lê niha bi sedan-bi hezaran entelektûelênme li hemî Kurdistanê hene û ewan hêvîyên mezinin bo gel- û welatê xwe û eve ku me optimîst dikêye.                                      

Ji xwe optimîzm di qanûna xwezayêde/dinyayêde heye – eger ne wabê/her pesimîzmbe,  hingî ew têt wateya teslîmîyet-  û mirinê.     

Lê em her dixwazin bijîn, bi serkevin (bibne xwedî welat- û dewlet) û di dinyayeke xweșde jîyana xwe derbasbikin û eve ji xwe pir tabîî û normala jî.

Nuri Aldur