Operasyonên li Amed û Dêrsimê berdewam in

Operasyonên leşkerî li herêmên Amed û Dêrsimê ku çend roj in bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê hatinedestpêkirin, berdewam in.

Parêzgariya Dêrsimê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li devera çiyayî ya navçeya Mazgêrdê tîmên cendirmeyên tevgera taybet ên ser bi Fermandariya Cendirmeya Bajêr ve, li dijî gerîlayên PKKê operasyon kir.

 

Di daxuyaniya parêzgariyê de hate gotin ku di encama operasyonê de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

 

Herwiha hate destnîşankirin ku operasyon dê berdewam bin.

 

Ji aliyê din ve li herêmên çiyayî yên navçeya Pasûr a Amedê jî operasyonên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê berdewam in.

 

Li herêmên operasyon têne kirin di heman demê de qedexeya derketinê jî hate ragihandin û xelkê deverê nikarin pez û dewarên xwe derxin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin