Omer Osê: Bilindkirina ala Kurdistanê li Tehranê guherîneke dîrokî ye

.

Serokê Destpêşxeriya Kurdên Sûriyê radigihîne, bilindkirina ala Kurdistanê li Firokexaneya Mehrabad a li Tehranê, “guherîneke dîrokî ye di helwesta Komara Îslamî ya Îranê de.”

Serokê Destpêşxeriya Kurdên Sûriyê Omer Osê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Bilindkirina ala Kurdistanê li Firokexaneya Mehrabad di merasîma serokomariyê de bo pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî guhertineke dîrokî ye di helwesta Komara Îslamî ya Îranê de derbarê îtîrafa bi Herêmê di çarçova Komara Iraqê de, serkeftineke mezin e bo gelê me yê Kurdistanê, qurbanî û şehîdan.”

Omer Osê, endamê xula berê yê Parlamentoya Sûriyê bû û wek kesekî nêzikî Serokê Sûriyê Beşar Esed tê naskirin.

Osê di dewama daxuyaniya xwe de dibêje, “Em di Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê, daxwaz ji welatên herêm û cîhanê dikin, heman helwesta Îranê hebe û bi fermî îtîraf bi Herêma Kurdistanê bikin û li wê vebin ku dibe sedema rexsandina asayiş û seqamgiriya navçeyê, xweşî û geşstendina gelên wan.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi serokatiya şandekê gihişt Tehranê bo beşdariya di merasîma destbikarbûna Serokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî de.

Di merasîma pêşwazîkirina li Nêçîrvan Barzanî de li Firokexaneya Mehrabad a li Tehranê ala Kurdistanê hat bilindkirin.

Ev cara duyem e ku li Îranê di merasîmên pêşwazîkirina Nêçîrvan Barzanî de ala Kurdistanê tê danîn û bilindkirin.

Cara yekem sala 2013an bû ku ew jî merasîma destbikarbûna Hesen Rûhanî bû wek Serokomarê Îranê û di merasîma pêşwazîkirina Nêçîrvan Barzanî de ala Kurdistanê hatibû danîn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin