Omer Ocalan: Stratejiya me azadiya Kurd û Kurdistan e

.

Parlamenterê HDP Omer Ocalan: Azadiya Kurdistanê xetek xurt e û bandorê li Kurdan dike, em ê vê xetê biparêzin.

Parlamenterê HDP Omer Ocalan di siyaseta Tirkiyeyê de bal kişand ser karîgeriya rola Kurdan û got: “Kurd li Tirkiyê desthilatdaran diyar dike, divê aliyê opozîsyonê bi taybet CHP vê yekê baş bizane û polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan zelal bike. Statuya Kurdan û zimanê Kurdî mafê sereke yê Kurdan e ku pêwîst e were qebûlkirin. Stratejiya me li ser azadiya Kurd û Kurdistanê û ev yek bo me xetek xurt e ku bandor li Kurdan dike û em ê vê xetê biparêzin.

Parlamenterê HDP Omer Ocalan ji K24ê re got: “Kurd êdî li Tirkiyê desthilatdarî diyar dike. Kurd xwe bidin kîjan alî ew alî bi ser dikeve. Divê siyaseta Tirkiyê vê yekê bizane, opozîsyon bi taybet CHP vê yekê ber çav bigire. Aliyê ku xwe wek opozîsyon pênase dike bi taybet CHP helwesta xwe ya derbarê Kurdan de divê zelal bike.”

Omer Ocalan got jî: “Nirxên me hene, çand û zimanekî me heye pêwîst e werin naskirin. Jiyaneke me polîtîk heye. Ev sed sal e Kurd li Tirkiyê tê pişaftin. Dema Kurd jidayîk dibin mafê wan xwezayî hene. Kurdî ji bo me mafekî sereke ye, nav û statuya Kurdan û zimanê Kurdî lazim e were qebûlkirin. Ji navê Kurdistanê divê tu kes aciz nebe. Dema em li parlamentoya Tirkiyê bi zimanê Kurdî qise dikin, dema em behsa Kurd û Kurdistanê dikin êrîş û dijminatiyeke mezin li me dikin.”

Herwiha got jî: “Li başûrê Kurdistanê rêveberiyeke Kurdistanê heye. Berpirsên desthilat û opozîsyona Tirkiyê jî carna serdana wêderê dike. Kurdistan di dil û mêjiyê Kurdan de ye. Armanca me herî mezin jî dawiya dawî kî çi dibêje bila bêje azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Ev xetek xurt e ku bandor li Kurdan dike û em ê vê xetê biparêzin.”

K24

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da