Ofîsa ENKSê ya Kobanî rastî êrîşeke çekdarî hat

.

Hat ragihandin ku îro Sêşemê komeke çekdar bi narincok û guleyan êrîşî ser ofîsa Xwecihiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya Kobaniyê kir.

Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê Şukrî Şahîn Ehmed li ser bûyerê ragihand, îro berbangê çend kesên çekdar êrîşeke çekdarî li ofîsa Xwecihiya ENKSê ya Kobaniyê kirin ku êrîşkeran 2 narincok avêtin nava ofîsê û gule bi ser ofîsê û ala Kurdistanê de berdan û ziyanên madî gihîşt ofîsê.

Ehmed ji K24ê re da xuyakirin, armanc ji vê êrîşê ew e, aliyek heye naxwaze danûstandinên yekrêziya Kurdî – Kurdî bi ser bikeve û got: “Ew çi bikin jî, dê yekrêziya kurdî biçe serî û em ti carî bi paş ve venakişin û em ê ji bo berjewediyên gelê xwe û Kurdistana Sûriyê xebatê bikin.”
 

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin