Ofîsa CNNê ya li New Yorkê hat valakirin

Ji ber metirsiya hebûna bombeyan, ofîsa kanala televîzyona CNNê ya li New Yorkê hat valakirin.

Malpera kanala CNN a amerîkî ragihandiye, derengiya şeva bihorî demjimêr 22:30 bi dema Waşingtonê, ji ber metirsiya hebûna bombeyan di avahiya ofîsa wê kanalê de, hemû karmend û stafa kanalê avahiya ofîsa li New Yorkê vala kirin.

 

Li gorî agahiyan, kanala CNN ji ber zanyariyên di derbarê hebûna 5 bombeyan di avahiya ofîsa wê kanalê de ya li New Yorkê neçar bûye, ku bernameyeke xwe ku bi zindî dihat weşandin, rawestîne.

 

Piştî wê yekê, tîmên agirvemirandinê û hêzên ewlekariyê yên New Yorkê digihin ofîsa CNNê. Hêzên polîs hemû rêyên li derdora ofîsa kanala CNNê digirin û dest bi lêkolînê dikin.

 

Hatiye ragihandin, ku kesekî di pêwendiyeke telefonî de aghî daye ofîsa CNNê ya li New Yorkê ku di avahiya kanala wan de 5 bombe hene û ew yek jî bûye sedema tirsa stafa wê ofîsê.

 

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin