OECD: Aborîya Cîhanî Dê Herî Kem 6 ji Sedê Biçûk Bibe

Sazîya Pêşveçûn û Hevkarîya Aborî (OECD) ragihand ku aborîya cîhanî dê îsal jiber vîrusa korona herî kêm 6 ji sedê biçûk bibe.


Navenda Nûçeyan - Li gor rapora OECD’ê, bêkarîya ku par di nav dewletên wê sazîyê de 5,4 ji sedê bû li ber e ku heta 9,2 ji sedê rabe.

OECD’ê da zanîn ku ger şewbeke din çêbe ew biçûkbûna aborîyê dê heta 7,6 ji sedê jî here.

Ew sazî dide zanîn ku bi her awayî dê jinûve başbûna aborîyê dijwar be.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê pirtir ji 7,300,000 kes bi vîrusa korona ketine û 415,174 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye