Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê 'Meclîsa Jinan' ava dike

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) biryar da ku Meclîsa Jinan a di bin banê odeya xwe de ava bike ku li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ew ê bibe gaveke pêşî.

Di civîna çapemeniyê de hat gotin ku DTSO, girîngiyê dide bihêzbûn beşdariya jinan a di warê aboriyê de û DTSO ji ber vê yekê jî biryar girtiye ku di nav xwe de Meclîsa Jinan ava bike û bi avakirina vê Meclîsa Jinan, DATSO li seranserê Tirkiyê, gaveke yekem e ku dê biavêje.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hilbijartina endamên Meclîsa Jinan, bi beşdariya endamên jin ên çalak ên DATSOyê,  di 5ê Nîsana 2019an de dê were encamdan û bi vê yekê jî armanc ev e ku pirsgirêkên jinan ên di warê aborî û pîşesaziyê de dê werin çareserkirin.

Hweriha dan zanîn ev Meclîsa Jinan dê ji 48 kesan pêk were  û dûre, 7 kesên ji meclîsê bo Lijneya Rêvebiriyê dê werin hilbijartin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê